Êrîşa terorê ya Li Batmanê:jimara şehîdan derket 8an

i eskerên ku di êrîşa li Kercewsa navçeya Batmanê ya ku terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî kirin de birîndar bibûn Çawîşê Pispor Yahya Şen şehîd ket

Êrîşa terorê ya Li Batmanê:jimara şehîdan derket 8an

Ji eskerên ku di êrîşa li Kercewsa navçeya Batmanê ya ku terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî kirin de birîndar bibûn Çawîşê Pispor Yahya Şen şehîd ket. 

Operasyona Asîmanî ya Wezareta Tenduristiyê di saet 16.00ê de ji eskerên ku di êrîşa li Kercewsê de birîndar bibûn Çawişê Pispor Yahya Şenê 24 salî di saet 16.00ê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Batmanê sitandibûn û dema ku bi ambûlansa balafir neqlê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê dikirin şehîd ket.

Li çolwarê Yemîşliya gundê navçeya Kercewsê û Umutluya gundê Dargeçîta navçeya Mêrdînê dora saet 06.00ê de terorîstan dema ku wesayîta eskerî ya bizirx a ku tê de eskerên ku diçûn operasyonê hebûn derbas dibû teqemeniya bidestçêkirî ya ku li rê veşartibûn teqandibûn û di encama bûyerê de 7 esker şehîd ketibûn û 2 esker jî birîndar bibûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE