Ji ber êrîşa terorê ya li dorbera Qulpa navçeya Diyarbekirê ku 7 kes şehîd ketin û 10 kes birîndar bûn Serokê Qulpê yê HDPyê û Midûrê Karên Fenî ya Şaredariya Qulpê hatin binçavkirin.
Li texma gundê Agaçkorura Qulpê wexta wesaîta welatiyên daran kom dikirin derbas dibû bi teqemeniya bi destan hatiye çêkirin êrîş hat kirin û di êrîşê da 7 kes şehîd û ji 10 kesên ku birîndar bûn 9 kes jî hê tên dermankirin.
Îdiaya ku wesaîta şaredariyê li ciyê êrîşê hatiye dîtin
Piştî êrîşê lêpirsîn dan destpêkirin û ji ber agahiya ku demek beriya teqînê wesaîta şaredariyê li ciyê bûyerê hatiye dîtin der barê 4 kesan da biryara qefaltinê hat derxistin.
Di operasyona ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê da ji 4 gumanbaran A.K.yê Serokê Qulpê yê HDPyê û Ş.A.yê Midûrê Karên Fenî ya Şaredariya Qulpê ya HDPyî hatin binçavkirin.
Ji bona qefaltinê şikbarên din operasyon didomin û piştî êrîşê operasyona dijî terorîstên PKKyî dan destpêkirin jî dewam dike.