Li Derecîka navçeya Hakkariyêendamên PKKya rêxistina terorê êrîşî makîneya kar ya xebatkarên ku rê çêdikirin kirin, di êrîşê da karkerek şehîd ket 2 karkerên birîndar bûbûn jî li hemberî hemû hewldanan şehîd bûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê li navçeya Derecîkê terorîstên PKKyî bi moşek û çekên lûledirêj va êrîşî karkerên ku li ser sînorê Iraqê li herêma baregehê rê çêdikirin, kirin.
Di êrîşê da karkerek şehîd bû û 2 karker jî giran birîndar bûn.
2 karkerên birîndar bûbûn jî li hemberî hemû hewldanan şehîd bûn.
Li herêmê operasyona berfireh dewam dike.
Xwîna wan li erdê nema
Wezareta Karên Navxweyî (WPN) daxuyandibû li Şemdînliya Hakkariyê 5 terorîst hatin berterefkirin. Wezaretê daxuyandibû ev terorîst yên ku êrîşî karkeran kirine bûn ku hatine berterefkirin.
WPNyê daxuyandibû li hemberî vê êrîşa xayîn li herêmê operasyon hat despêkirin, ji esman û bejayê ew herêma ku êrîş hatibû kirin hat bombebarankirin.AA