Êrîşkarê biçek yê ket avahiya HDPyê ya Îzmirê hat binçavkirin

Êrîşkarê biçek yê ket Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Îzmirê ya li qata 2yemîn a navendeke kar a li ser Bulwara Şair Eşref, bi demançeya xwe gule reşandin. Êrîşkarê ku piştî êrîşê derket qata jor a navenda kar, bi destê polêsan hat qefaltin.

Êrîşkarê biçek yê ket avahiya HDPyê ya Îzmirê hat binçavkirin

Êrîşkarê biçek yê ket Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Îzmirê ya li navçeya Konakê û kesek kuşt, hat qefaltin.

Êrîşkarê biçek yê ket Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Îzmirê ya li qata 2yemîn a navendeke kar a li ser Bulwara Şair Eşref, bi demançeya xwe gule reşandin. Êrîşkarê ku piştî êrîşê derket qata jor a navenda kar, bi destê polêsan hat qefaltin.

Ekîbên polêsan ên ku dewrûbera navenda kar bi qordona ewlekariyê girtin û li serokatiya parêzgehê lêkolîn pêk anîn, tesbît kir ku kesek hat kuştin.

Di daxuyaniya Walîtiya Îzmirê da hat diyarkirin, O.Gyê ku berî niha xebatkarê tenduristiyê bûye, lê ji peywira xwe îstifa kiriye, derdora saet 11.00an hat Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê, bi demançeyê gule agir kir û xebatkarê partiyê D.P. kuşt.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku berşik hat qefaltin û bûyer ji hemû hêlan va tê lêkolînkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya HDPyê da jî hat îdiakirin ku ev demek e partiya wan wekî hedef tê nîşandan û di encama vê da jî li dijî Serokatiya Parêzgeha Îzmirê êrîşa biçek hat kirin û her wiha hat ragihandin ku di êrîşê da xebatkarekî partiyê hat kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE