Êrîşên ewil ên rêxistina terorê nayên jibîrkirin

Ligel dema ji ser ra derbas bûye êrîşên çekdarî yên PKKya rêxistina terorê cara ewil biribûn ser Eruha navçeya Sêrtê û Şemzînana navçeya Hekariyê ji bîrê dernakevin

Êrîşên ewil ên rêxistina terorê nayên jibîrkirin

Ligel dema ji ser ra derbas bûye êrîşên çekdarî yên PKKya rêxistina terorê cara ewil biribûn ser Eruha navçeya Sêrtê û Şemzînana navçeya Hekariyê ji bîrê dernakevin.

PKKya rêxistian terorê di 15ê tebaxa 1984an da êvarê di saet 21.30yî da li navçeyên Şemzînan û Eruhê dest bi qetlîamên xwe kir, ji wê rojê hetanî nika 35 sal derbas bûn.

Şahidên bûyerê ji rêxistina terorê ra lenet dikin. Di êrîşa li dijî hizûr û biratiyê da Onbaşî Suleyman Aydinê Cendirmeyê ji Erzincanê şehîd bibû 9 esker û 3 sivîl birîndar bibûn.

Murtaza Dayançê Qaymeqam daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşa rêxistina terorê bir ser gelê navçeyê yê ji milet û dewleta xwe hez dikir ji gel bû êşeke mezin.

Dayanç destnîşan kir ku ji ber êrîşên terorê herêmê gelek tişt dan der û wiha pê da çû: "Mala çend kesan xirab bû, merivan malên xwe terk kirin, gelek şehîd hatin dayîn. Me li van deran êş û janeke mezin kişandiye. Di encamê da herêm ji hêla civakî û aboriyê va paşda maye û bûyê cihê herî mehrûmmayî yê Tirkiyeyê."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE