Êrîşên İsraîlê yên li dijî Xezeyê

Îsraîlê di êrîşa li ser Xezeyê da heta niha 26 hedef bombebaran kir

Êrîşên İsraîlê yên li dijî Xezeyê

Hat ragihandin ku ji destpêka êrîşa ku Îsraîlê bir ser Xezeyê û heya niha 26 hedefên Cîhada Îslamî hatin bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ragihand ku wan êrîş bir ser hedefên Cîhada Îslamî.

Hat gotin ku di deverên êrîş birin serê da îmalataxaneyên çek, moşek û guleyên hewangê jî hebûn.

Li gor nûçeya Saziya Weşana Raya Giştî ya Îsraîlê (KAN) ji destpêka êrîşê heya niha artêşa Îsraîlê 26 cî û warên Cîhada Îslamî ji xwe ra kir hedef.

Di nûçeyê da hat gotin ku bi saya Qubeya Hesin a pergala parastina hewayî 55 moşekên avêtin Îsraîlê hatin berterefkirin.

Li gor Rojnameya Yedîot Ahronotê balafirên Îsraîlê tevlî wesayîtên hewayî yên bêmirov di êrîşa li ser Xezeyê da bi qasî 16 ton cebilxane bi kar anîn.

Di nûçeyê da hat gotin ku tevlî balafiran 350 wesayîtên hewayî yên bêmirov di êrîşan da cî girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE