Êrîşên PKKyê birin ser HKIyê hatin şermezarkirin

Êrîşên PKKyê birin ser HKIyê hatin şermezarkirin

Li Diyarbekirê Koma Diyalogê ya Dîcle-Feratê êrîşên PKKya rêxistina terorê birin ser hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê şer mezar kir.

Muhîttîn Batmanli li Ofêsa texma Yenîşehirê li ser navê komê daxiyanî da û bi bîr xist ku PKKya rêxistina terorê di êrîrşan da hin Pêşmerge kuştin.

Batmanli diyar kir ku PKKya rêxistina terorê şermezar dikin û wiha axivî: "Nika li qada navneteweyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, dewletek heye. Hemû civata navneteweyî û Iraqê vê nas dike. Amerîka, Tirkiye nas dikin. Çi karê we heye. Hûn êîrî Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdisanê dikin. Êdî bes e, we goştê canê me zer kir. Ji 50 sal e hingî hûn derketine li Kurdan, merivan, Milsimanan zilmê dikin."

Batmanli wiha pê da çû:

"Ez PKKyê şermezar dikim. Kesên dengê xwe didin HDPyê û PKKyê dibê hişê xwe hildin serê xwe. Ev wiha nabe. Hûn bi saya serê Kurdan siyasê dikin. Li dinyayê cara ewil piçûk be jî hikûmeteke herêmî ji me ra hatiye avakirin hûn diçin êrîşî wê dikin. ji bo Xwedê nekin, êdî bes e. Em dibêjin bira meriv nemrin, Kurd jî, Tirk jî, Ereb jî nemrin. Bira tu kes nemre."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE