Êrîşên rejimê û Rûsyayê :di 6 rojan da 148 hezar kesî koç kir

Ji rêbendana 2019an hetanî nika hejmara kesên koç kirin derkete milyonek û 942 hezar kesî.

Êrîşên rejimê û Rûsyayê :di 6 rojan da 148 hezar kesî koç kir

 Di encama êrîşên hêzên rejima Beşar Esed û Rûsyaya piştgirê wê yên li ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da di 6 rojên dawîn da 148 hezar sivîlên din jî koçî herêmên nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin. Ji rêbendana 2019an hetanî nika hejmara kesên koç kirin derkete milyonek û 942 hezar kesî.

Li gor agahiyên ji Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê ya xebatên li ser daneyên koça ji herêmê dimeşîne, ji navenda Îdlibê, Daret Îzzeya li rojava û başûrê Helebê û gundên dorberê koça ber bi sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dewam dike.

Di encama êrîşên hêzên rejimê yên ji artêşa Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide pêk tên û Rûsyayê da di 6 rojên dawîn da ji Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê 148 hezar ji cî û warên xwe hatin kirin.

Piraniya kesên koç dikin tên herêma kampan a li nêzî sînorê Tirkiyeyê, qismekê wan jî li herêmên Tirkiyeyê bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji terorê paqij kiribûn sitar dibin.

Ji rêbendana 2019an vir da hejmara kesên ji navenda Îdlibê, başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê, rojava û başûrê Helebê koçî nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin derkete milyonek û 942 hezarî. 

- Bi dehan hezarî malbat li benda alîkariyê ne

Ji ber ku kampên li Îdlibê tijî bûn, binesaziya ji bo avakirina konbajaran tune, amûrên alîkariyê kêm in bi hezaran sivîl di dîtina ciyê sitarbûnê da tengasiyê dikişînin.

Bi hezaran malbatên ji êrîşan revîn û bê cî man û di dîtina hewcedariyên xwe da tengasiyê dikişînin jî li benda alîkariya mirovahiyê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE