Rûspiyê Bitlisê Abdulkerim Çevik di êrîşeke biçek da hat kuştin

Li Güroymaka navçeya Bitlisê rûspiyê navçeyê Abdulkerim Çevik (50) di êrîşeke biçek da hat kuştin.

Rûspiyê Bitlisê Abdulkerim Çevik di êrîşeke biçek da hat kuştin

Li Güroymaka navçeya Bitlisê rûspiyê navçeyê Abdulkerim Çevik (50) di êrîşeke biçek da hat kuştin.

Şikbar Y.Ş. çû Mescida Muhammet Hafit Efendî ya li taxa Erentepeyê û li vir bi Çevik ra axivî, paşê gule berdan wî.

Çevikê di êrîşê da giran birindar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Güroymakê.

Li nexweşxaneyê gelekî hewl hat dayîn, lê Çevîk ji mirinê nefilitî.

Şikbar Y.Ş. piştî bûyerê hat binçavkirin, 3 demançeyên bêruhsat li ser wî hatin girtin.

Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay û Midûrê Ewlehiya Bajêr Yaman Agirlar hatin nexweşxaneyê der barê bûyerê da agahî hildan.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:39
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Heybetullah
Heybetullah - 1 ay Berî

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE