Rûsya di demek nêz da dest bi teslîmata S-400an dike

Manturov daxuyaniyek da Înterfaksa ajansa nûçeyan a Rûsyayê û got ku eleqeya gelek welatên biyanî ji bo S-400an heye.

Rûsya di demek nêz da dest bi teslîmata S-400an dike

Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Rûsyayê Denîs Manturov diyar kir ku hevkariya eskerî û teknîk a di navbera Tirkiye û Rûsyayê da bi awayekî erênî pêş dikeve û got ku "Tirkiye di helwesta kirîna S-400an da helwesteke saxlem û bêtewîz nîşan dide. Teslîmata ewil a S-400an dê di nav demeke kurt da dest pê bike."

Manturov daxuyaniyek da Înterfaksa ajansa nûçeyan a Rûsyayê û got ku eleqeya gelek welatên biyanî ji bo S-400an heye.

Manturov bi bîr xist ku demek beriya niha dest bi teslîmata S-400ên ku Çînê kirîbûn kirin û wiha axivî: "Peymana bi Çînê ra hatibû îmzekirin di nîsana 2015an da hatibû îmzekirin lê hûrgilî nehatibûn parvekirin. Teslîmat dê li gor teqwîma peymanê bê temamkirin."

Manturov der barê tehdeya Amerîkayê ya ji bo pêvajoya kirîna S-400an a Tirkiyeyê kir û got ku "Tirkiye di helwesta kirîna S-400an da helwesteke saxlem û bêtewîz nîşan dide."

Manturov destnîşan kir ku di mijara teslîmata S-400an da hemû biryarên hewce hatin hildan û ev gotin: "Teslîmatên ewil ên S-400an a ji bo Tirkiyeyê dê di nav demekê kurt da dest pê bike. Hevkariya eskerî û teknîk a di navbera Tirkiye û Rûsyayê da bi awayekî erênî pêş dikeve û em ji bo bicîhatina wan dixebitin."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya duh da gotibû ku "Ji Amerîkayê kîjan daxuyanî tê bila bê me S-400 kirî."

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE