Rûsya li bakurê Sûriyeyê derkete dewriyeyê

"Di 24ê cotmehê da konvoya polêsên eskerî yên Rûsyayê li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li dewriyeyê geriyan."

Rûsya li bakurê Sûriyeyê derkete dewriyeyê

Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku li gor mitebeqata Tirkiye-Rûsyayê îmze kiribûn polêsên eskerî yên Rûsyayê li bakurê Sûriyeyê derketin dewriyeya guzergaha teze.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku li gor mitebeqata herdu welatan li Soçiyê îmze kiribûn derketin dewriyeyê.

Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li guzergaya ji Qamişloyê dest pê dike hetanî wargeha Abudê polêsên eskerî yên Rûsyayê li dewriyeyê geriyan û wiha hat gotin: "Di 24ê cotmehê da konvoya polêsên eskerî ya Rûsyayê li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li dewriyeyê geriyan."

Wekî mayîn hat diyarkirin ku polêsên eskerî yên Rûsyayê alîkariyê didin ku endamên YPG/PKKya rêxistina terorê 30 kîlomêtre ji sînorê Tirkiyeyê werin dûrxistin.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE