Rumeysa li benda alîkariyê ye

Çavê wê yê protez divê bê guherandin...

Rumeysa li benda alîkariyê ye

Rûmeysa hêj 7 salî ye. Piştî ku xwedê da ew ji çavekî xwe emeliyat bû û dixtoran li şûna wî çavî, çavekî protez bi cih kir. Lê niha ji ber ku proteza wê kevn bûye, her tim dikeve xwarê. Malbat ji bo protezeke nû li benda alîkariyê ye.

Rûmeysa gava Xwedê da ji çavekî xwe nexweş bû.

Ji ber vê yeke jî ameliyat bû. Dixtoran li şûna çavê wê, yekî protez bi cih kir.

Ev 7 sal in bi heman protezê ye.

Lê êdî proteza wê ji cihê xwe derdikeve.

Her wiha carna gava bi hevalên xwe re dilîze, protez dikeve xwarê.

Ji ber ku sîgortaya malbatê tune ye nikarin protezeke nû bistînin.

Rûmeysa herî zêde jî gava hevalên wê ji proteza wê ditirsin, xemgîn dibe.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE