Rêveberiya Amerîkayê dardakirinên li Misrê "meşrû" dibîne

Rayedarê Wezaretê di daxuyaniya xwe da qet rêveberiya Misrê an jî dardakirin şermezar nekir...

Rêveberiya Amerîkayê dardakirinên li Misrê "meşrû" dibîne

 Rêveberiya Amerîkayê di daxuyaniya fermî ya li ser dardakirinên li Misrê da got ,"hiqûqa navneteweyî destûrê dide dardakirinê" û cezayê hat dayîn jî "meşrû" dibîne.

Nûçegihanê AAyê der barê dardakirênên li Misrê da ji Robert Palladînoyê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pirsek pirsî û rayedarekê wezaretê yê payebilind bersiva nivîskî da.

Rayedar diyar kir ku haca wan ji dardakirênên li Misrê heye ligel vê naxwazin der barê kesên ji bo wan biryara dardakirinê hat dayîn da şîroveyê bikin.

Rayedarê Wezaretê di daxuyaniya xwe da qet rêveberiya Misrê an jî dardakirin şermezar nekir û wiha pê da çû: 

"Dema ku li gor hiqûqa navxweyî û berpirsyariyên navneteweyî were kirin hiqûqa navneteweyî destûrê dide vê. Em balê dikişînin ser miemeleya li mehkûman êtê kirin, mafên wan ê darizandina adil. Qanûnên Misrê destûrê didin kesên cezayê dardakirinê dixwin ku serî li mihkemeye jorîn bixin."

Ji 8ê hezîrana 2014an a ku Ebdilfetah Sîsîyê serokomar dest bi wezifeyê kir hetanî nika li Misrê 42 kes hatin dardakirin.

Tê gotin ku 50 kesî jî cezayê dardakirinê xwariyê û li benda înfaza xwe ne.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE