Li Muşê di çarçoveya bipêşxistina cotkariyê de ji bo gund û gundikan baxçeyên fêkiyan tên çêkirin. Proje ji aliyê rêvebiriya daristanan ve tê birêvebirin. Di serî de dê li gundê Gemîkê 5 baxçe bên çêkirin.
Rêvebiriya Daristanan li Muşê ji bo gundî û cotkaran dest bi projeya baxçeyên fêkiyan kir.
Di çarçoveya projeyê de wê li gund û gundikan baxçeyên fêkiyan bên çêkirin.
Ji bo vê jî rêvebirî wê sincên têl û dar û ji bo avdaniyê jî boriyan bide cotkaran.
Ewil li gundê Gemîkê li ser 30 donim erdî wê 5 zevî bên avakirin.
Rêvebir dibêjin ku bi vê projeyê him gund xweş û şîn dibin him cotkar hînî veberhênanê dibin.