Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bo rêwiyên ku bi balafirê ji Îranê hatin tê gumankirin şewba vîrusa koronayê bi wan ra heye got:"Welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin û bi seferekê hatin welêt wê 14 rojan di bin çavdêriyê da bimînin. Li welatê me vîrusa koronayê ya nû nehatiye tesbîtkirin. Ji bona li welatê me ji vê nexweşînê bê parastin em hewl didin."
Wezîr Koca der heqê rêwiyan da agahî da û wiha pê da çû:"132 rêwiyên Tirk û muretebat ku bi balafira Rêhewayên Tirk hatin wê ji bona karantînayê neqlî Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahir Burak bikin."
AA