Rêwiyên trênê zêde bûn

Welatî bi hatina zivistanê re zêdetir bi trênê diçin û tên

Rêwiyên trênê zêde bûn

Li herêmê, dema ku zivistan dest pê dike welatî nikarin bi rehetî herin bajarên din. Ji ber vê yekê piranî bi trênê diçin û tên. Di xeta terênê ya di navbera Tetwan, Mûş û Elezîzê de jî liv û tevger zêde bûye.

Bi hatina zivistanê re welatî di gelek waran de tengasiyê dibînin. Ji wan yek jî çûn û hatin e.

Xelkê Mûşê ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê ji bo çûn û hatinê Xeta Trênê ya Tatwan, Mûş û Elezîzê tercîh dikin.

Gundiyên ku trên di nav gundên wan re derbas dibe bi trênê rêwitiyê dikin.

Xwendekarên zanîngehê jî herî zêde bi trênê diçin û tên.

Di zivistanê de rêwitiya bi trênê him erzan e him jî hêsan e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE