Rêwîtiya ber bi axên pîroz dest pê kir

Îsal kontenjana hecê 37 hezar û 770 ye

Rêwîtiya ber bi axên pîroz dest pê kir

Welatiyan piştî du salan ji bo îbadeta hecê berê xwe da axên pîroz. îsal ji Türki̇yeyê bi temamî dê 37 hezar û 770 kes biçin hecê. îro jî qefîleya ewil bi rê ket 

Ji ber pandemiyê 2 salan navber hatbû dayin hecê. Piştî 2 salan efîleya ewil berê xwe da axên pîroz. 

Îsal ji welêt ji bo îbadeta hecê wê bi temamî 37 hezar û 770 kes karibin biçin Hecê. 

Ji Diyarbekirê jî di gava pêşî de 200, bi tevahî dê 900 kes herin hecê. 

Ji bo hecê şertê aşî û testa PCRê jî hewce ye. 

Hecacên ku ji bo îbadetê diçin Hecê bi kelecan in. 

Heqê kesên ku ji ber temenê 65an îsal naçin jî dê mihafezekirîbe. 

Piştî îbadeta hecê temam bibe, hecî wê ji 14ê Tîrmehê û pê ve dest bi vegerê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE