Rêwîtiya bi otostopê:bi otostopê çû 80 bajarî

Dîlaraya 19 salî bi otostopê çû 80 bajarî

Rêwîtiya bi otostopê:bi otostopê çû 80 bajarî

Xwendekara Zanîngehê Dilaraya 19 salî bi otostopê li Tirkiyeyê çû 80 bajarî û niha gihîşt Sêrtê. Dîlara ji bo vê gera xwe got, “min navber da perwerdeyê û ez ketim pey xeyalên xwe.”

Navê wê Dilara Özkan e û ew li Zanîngeha Başkentê ya Ankarayê Beşa Radyo, Televizyon û Sînemayê dixwîne.

Dîlaraya 19 salî tim dixwest biçe hemû bajarên Tirkiyeyê û xweşikiyên li wan bajaran bibîne.

Herî dawî ji bo ku zêde mesref çênebe Dîlarayê biryar da ku bi otostopê biçe bajaran.

Dîlara ji bo vê gera xwe got,”Min navber da perwerdeyê û ez ketim pey xeyalên xwe.”

Bi vî awayî Dîlara li 80 bajarî geriya û gihîşt Sêrtê.

Dîlara dibêje ku heta niha 40 hezar kîlometre rê çûye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE