Rêwîtiya koçberan dest pê kir

Koçer ji bo heywanên xwe biçêrînin derdikevin zozanan

Rêwîtiya koçberan dest pê kir

Li axêna xarpêtê rêwîtiya koçberên ku derdikevin zozanan dest pê kir. Bi qasî 20 malbatên ku bi karê heywandariyê re mijûl dibin, ji bo heywanên xwe biçêrînin berê xwe dan zozanên Sivasê.

Ji bo koçerên Elazigê wexta derketina zozanan dest pê kir.

Li navçeya Axênê, welatiyên ku heywandariyê dikin, ji bo heywanên xwe biçêrînin berê xwe dan zozanên Divriğa Sêwasê.

Rêwîtiya ku 5 rojan di nav zor û zehmetiyê de derbas dibe, piştî derketina zozanan û vedana konan xilas dibe.

Koçerên ku heywanên xwe derdixin zozanan wê heta meha Îlonê li wir bimînin. Heya wê çaxê him wê ji bo xwe him jî ji bo debara xwe penîr û qatix çêkin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE