Rêwîtiya koçeran a ber bi zozanan dest pê kir

Bi germbûna hewayê ra koçerên ji Elezîzê derketin rê û berê xwe dan zozanên Erzurumê wê bi qasî 50 rojan bimeşin.

Rêwîtiya koçeran a ber bi zozanan dest pê kir

Malbatên koçer ên havînê derdikevin zozanan û zivistanê vedigerin malên xwe bi germbûna hewayê ra dest bi amadehiyan kirin.

Rêwiyên koçer ên pez û dewarên xwe dane pêşiya xwe berê xwe didin zozanên li Erzurum, Bîngol û Mûşê.

Di qada heywandariyê da keda koçeran gelek e û ew di dema rêwîtiyê da carna bêhna xwe vedidin û li zozanên lê kon vedigirin jî heta payîzê dimînin.

Dema bihat tê kar û barê heywandaran zêdetir dibe û lewra ew şîr didoşin, penêr çêdikin û heywanan dibin çêreyê û li pey wan digerin.

Koçerên ji Elezîzê jî derketine rê û berê xwe dane Erzurumê li Bîngolê behna xwe vedan û ew ê piştî rêwîtiya qasî 50 rojî bigihêjin zozanê li Erzurumê .

Koçerên di meha Remezanê da derketine rê wê eydê jî di rê da pîroz bikin

Suleyman Elbanê li ser rêya Elezîz-Bîngolê bi rojan e di rê da ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî emrê xwe bi xwedîkirina heywanan derbas kir û wiha pê da çû: "Em pez û dewaran dibin deverên hênik û çêreya wê xweş. Wisa nebe heywan wê ji germa bibehecin. Dema çêre nemîne pez jî perîşan dibe û ji ber vê jî divê em cî biguherînin."

Mahmut Kaya jî diyar kir ku ew heywanên xwe zivistanê di gom û tewleyan da xwedî dikin û bi hatina biharê ra ji bo çêreyê berê xwe didin zozanên Bîngol û Erzurumê û wiha dewam kir: "Ez ji zarokatiya xwe vir va vî karî dikim. 400 mêşinên me hene mesref zêde ye şert û merc zehmet in. Lê şikir Remezan bi bereket e û em carnan fitara xwe li bal heywanên xwe vedikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE