Rêwîtiya zor û zehmet a koçeran

Ji bo avê bidin heywanên xwe her roj 15 kîlometre dimeşin

Rêwîtiya zor û zehmet a koçeran

Li Bitlisê Koçerên li pişta çiyayê nemrûdê konên xwe danîne, ji ber tunebûna avê her roj gelek zehmetiyan dikişînin. Koçerên ku rojê du caran ji quntara çiyê dadikevin ser avê, piştî doşandina heywanên xwe dîsa berê xwe didin cihên bilind...

Koçerî karekî qedîm e û fena her tiştî hin zor û zehmetiyên wê jî hene.

Bi taybetî jî çêrandin û avdana heywanan bona koçeran her tim zehmetiyên gelekî girîng in.

Koçerên ku ji taxa Ahlata Bitlisê ve konên xwe li pişta Çiyayê Nemrûdê danîne ji ber tunebûna avê zehmetiyê zahf dikişînin.

Koçerên rojê du caran ji bo avdana heywanan ji çiyê dadikevin kêleka Gola Vanê, piştî doşandina pêz vedigerin pişta çiya.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE