Rêxistina terorî derbeke giran xwar

2 ji wan qaşo payebilind 45 terorîst hatin bêtesîrkirin

Rêxistina terorî derbeke giran xwar

Di operasyonên navxweyî yên hefteya dawî de 2 ji wan qaşo berpirsiyarên payebilind, 45 terorîst hatin bêbandorkirin. Di çarçoveya têkoşîna li dijî tiryakê de jî tiryaka herî zêde ya di mehên dawî de hat bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di navbera 29ê Cotmehê û 5ê Mijdarê de 2 hezar û 143 operasyon hatine kirin.

Di operasyonan de 25 ji wan mirî, 10 sax 10 ji wan jî radestkirî bi temamî 45 terorîst hatin bêtesîrkirin.

Di nav terorîstên bêtêsirkirî de Selim Demiroğluyê di kategoriya tirincî de û İlyas Karakoçê di kategoriya gewr de jî hene.

Di operasyonan de ji ber PKK’ê 189, ji ber FETÖ’yê 505, ji ber DEAŞ’ê 30 û ji ber rêxistinên çepgir ên radîkal jî 16 kes bi temamî 4 hezar û 577 kes hatin binçavkirin.

Têkoşîna li dijî kaçaxçîtî û tiryakê jî bê navber didome.

Di vê çarçoveyê de 5 hezar û 731 kîlo esrar hat bidestxistin.

Ev miqdara herî zêde ya mehên dawî ye.

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE