Rêxistina terorê di 2018an da 27 sivîl kuştin

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, PKKya rêxistina terorê par jin û zarok jî tev bi tevahî 27 sivîl kuştin

Rêxistina terorê di 2018an da 27 sivîl kuştin

PKKya rêxistina terorê par negot jin û zarok bi tevahî 27 sivîl kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, rêxistina terorê ya ku li ber operasyonên hêzên ewlekariyê yên çalak di tengasiyê da ma sivîlên bêguneh ji xwe ra xist hedef.

Di êrîşên rêxistina terorê ya ku ji kuştina sivîlan paşda namîne da di sala 2018an da zarok jî tev 27 welatî hatin kuştin.

- Di Herekata Çiqlê Zeytûnê da bûn şehîd

Di Herekata Çiqlê Zeytûnê da di êrîşên rêxistina cihêkar da 7 sivîl hatin kuştin. Hinek di mala xwe da hinek jî li ser xebatê bûn hedefa rêxistinê. Nadî El Fares, Şahîn Elîtaşê xebatkarê TEDAŞê, Muzaffer Aydemir, Tariq Tebbaq, Fatma Avlar, Rifat Sînîrlî, Ahmet Şanverdî di Herekata Çiqlê Zeytûnê da bi destê PKKyê hatin şehîdkirin.

- Dema dilîstin hatin kuştin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê par di adarê da Berat Oktay li qadê dilîst ji ber ku teqemeniya ku li erdê dît teqiya şehîd ket. Dîsa di gulanê da li Nisêbîna navçeya Mêrdînê Hogir Kayranê pez diçêrand di nav xirabeyan da teqemenî dît, bi nezanî pê lîst, ji ber ku teqemenî di destê wî da teqiya şehîd ket.

- PKKya kujerê zarokan

PKKya rêxistina terorê ji bo gel çavtirsî bike guh neda mezin û piçûkan û di êrîşa xwe da Bedirhanê dergûşê 11 mehî şehîd kir. Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Nurcan Karakaya ya ku çûbû ziyareta mêrê xwe yê binefser û Bedîrhan Mustafa Karakayayê kurê wê yê 11 mehî ji ber teqemeniya PKKyê di rexê rê da bicî kiribû teqiya bûn şehîd.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE