"Rêxistinên terorê berê çekê dane welatê me"

"Em tenê wê hêviyê ji dostên xwe yên di NATOyê de dikin ku li gorî ruhê hevpeymaniyê tevbigerin û xwedî li nirxên parêzvanî yên hevpeymaniyê derkevin."

"Rêxistinên terorê berê çekê dane welatê me"

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Têkiliyên ku Tirkiyeyê digel welat û herêmên curbicur danîne, alternatîfê hev nîn in, temamkerê hev in."

Erdogan di Civîna Konseya NATO û Hevkarên Diyaloga Deryaya Spî ya NATO de axivî.

Serok Erdogan derbarê têkpşîna dijî terorê got, "Di serdemekê de ku li dijî Tirkiyeyê furyaya bêbextiyê tê kirin, take welatê endamê NATO yê ku li qada Sûriyeyê germa germ li dijî DEAŞê şer kir û ew rêxistina terorê tarûmar kir em bûn. Me hişt ku nêzîka 320 hezar penaberên Sûriyeyî vegerin wan herêmên ewledar ên ku me ew ji terorê paqij kirin. Li Îdliba ku gihişt ber devê karesateke mezin a mirovî, me weke înisiyatîf hişt ku dîsan aramî pêk were. Bi vê re tevî ku em bûne rêgirê mirina bi sedhezaran masûmên Sûriyeyî, herwiha me pêşiya wê koça bê serûber a ku dê Ewropa bihejanda, girt."

Erdogan anî ziman ku ew tenê wê hêviyê ji dostên xwe yên di NATOyê de dikin ku li gorî ruhê hevpeymaniyê tevbigerin û xwedî li nirxên parêzvanî yên hevpeymaniyê derkevin û wiha pê de çû:

"Rêxistinên terorê berê çekê dane welatê me, qesda can û malê welatiyên me dikin. Ti sedemeke mafdar nîn e ku hevpeymanên me wana pirçek bikin, bi barên TIRan çek û cebilxanê ji wan re bişînin û li ser xalîçeyên sor bi asta bilind pêşwaziyê li serkirdeyên rêxistinan bikin û wan bi ezimînin. Têkiliyên ku Tirkiyeyê digel welat û herêmên curbicur danîne, alternatîfê hev nîn in, temamkerê hev in. FETO li derveyî welêt xebatê xwe yên wêrankar yên li dijî welatê me bê navber didomîne. Mixabin hinek ji hevpeymanên me îmkanên weke reva ji edaletê pêşkêşî serkirdeyên wê rêxistinê, endamên ku bi zatên xwe beşdarî wê hewla derbeyê bûbûn, dikin."

Serok Erdogan anî ser kirîna S-400an û wiha got, "Em hewlên gurkirina nîqaşên ku di ser mijarên rojane yên weke S-400an ku dikevin bin mafê serweriyê ya Tirkiye, ti carî teswîb nakin. Ew gavên ku em bi mebesta tehkîma asayişa xwe ya millî, di çarçoveya hevpeymaniya NATOyê de diavêjin, dîsan pêdivê di mecraya wê de bên nirxandin."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE