Li Erzincanê ji ber berf û bagerê rêya 14 gundan hat girtin.
Li navçeya Refahiyeyê rêya 5 gundan, li Otlukbeliyê rêya 2 gundan, li Çayirliyê rêya 5 gundan û li Tercayê jî rêya 2 gundan hat girtin.
3 tîmên Îdareya Taybet a Bajêr bi 7 qirêder, 3 kamyon û 3 kepçeyan ve ji bo rêyan vekin dixebitin.
Li Tunceliyê jî rêya 97 gundan hat girtin. 6 tîmên Midûriya Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin ku rê bên vekirin.
Li Erzurumê jî tîmên Şaredariya Mezin ji bo rêya 5 gundan vekin dixebitin.
AA