Li Van, Hakkarî û Bitlisê ji ber berf û bagerê rêya 123 wargehan xitimî.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagerê rêya 11 taxên Gurpinarê, 12 taxên Baxçesarayê, 40 taxên Çataxê, gundekî Edremîtê, gundekî Başqeleyê û 5 gundên Gewaşê hat girtin.
Li bajêr ekîbên paqijkirina berfê yên rêbejayê xebatên vekirina rêyan ekîbên şaredariyê jî xebatên paqijkirina kolan û peyarêyan didomînin.
Wekî mayîn rêbejaya Van-Baxçesarayê ji ber rewşa giran ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
- Muş
Li Muşê rêya 8 gundan ji berfê hat safîkirin.
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku rêya 8 gundan hat vekirin.
Yentur destnîşan kir ku rêya 2 gundên navendê û 6 gundên Bulanixê vekirin, ekîb ji bo rewşên acil amade ne.
- Hakkarî
Li gor agahiyên ji Walîtiya Hekariyê hatin sitandin, ji ber berf û bagerê rêya 6 gund û 14 goman ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.
- Bitlis
Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Gihandinê û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr destnîşan kir ku ji ber şertên hewayê rêya 33 gundan hat girtin.
Kurtkan diyar kir ku ekîbên paqijkirina berfê xebatên xwe didomînin û hedefa wan ew e ku di dema herî kin da van rêyan vekin.
Ekîbên şaredariyê jî li bajêr dixebitin.
AA