Rêya 128 tax, gund û mezreyan girtî ne

Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê berf, bager û şepeyê rêya 128 tax, gund û mezreyan girt.

Rêya 128 tax, gund û mezreyan girtî ne

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê, li tevahiya bajêr ji duh va rêya 56 rêyan hat vekirin. Ji bo vekirina 60 rêyan jî ekîb dixebitin. Ekîban berfa navenda bajêr jî bi kamyonan kişandin derveyî bajêr.

- Muş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, rêya 60 gundan hat vekirin û rêya 13 gundan jî girtî ne. Yentur got ku ji bo welatî mexdûr nebin, ekîb seba vekirina rêyan dixebitin.

Ekîbên şaredariyê jî berfa nav bajêr avêt.

Li bajêr germa hewayê heta 15 pileyan ket binê sifrê û piraniya rûyê Çemê Mûradê qerimî.

- Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, li bajêr berf û bagerê rêya 25 gundan girt.

Kurtkan ragihand, ekîb ji bo rewşên neyênî û vekirina rêyan amade û bendewar in.

Li bajêr ji ber berf û cemedê welatî û şofêran tengasî kişand. Ekîbên şaredarî û rêbejan ji bo vekirin û firehkirina rêyan dixebitin.

-Hakkari

Li Hakkariyê jî berf û bagerê rêya 8 gund û 22 mezreyan girt.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr pêr 77 rê vekiribûn, ji bo vekirina 30 rêyên din jî dixebitin.

Ekîbên şaredariyê di rêyên taxan da xebatan didomînin, ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejan jî rêya Hakkari-Çukurca û Hakkari-Vanê fireh kir.

- Hişyariya qeşa û cemedê

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa ewrayî ye û êvarê berf wê bibare.

Serê sibê û bişev qeşa û cemed û cî bi cî mij tê payîn.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Vanê 2 pile, di binê sifrê da li Bitlisê pileyek, li Hakkariyê 2 pile û li Muşê 3 pile tê payîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE