Rêya 1389 wargehên 5 bajaran ji ber berfê hat girtin

Rêya 1389 wargehên 5 bajaran ji ber berfê hat girtin

Ji ber berf û bagerê rêya 1389 wargehên Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî û Erdexanê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ji ber berfa duh berêvarê dest bi barînê kir û bagera rabû welatî di çûyîn û hatinê da tengasiyê dikişînin.

Li herêmên bilind ên Erziromê ba û bager rabû, rêya 990 tax û goman ji ber berfê hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin bi ekîba ji hezar pêk tê va ji bo vekirina rêyên girtî didomîne.

Ekîbên Midûriyeta Herêma 12an a Rêbejayê jî rêyên nav bajaran xoy dikin ku cemed çênebe.

Rêya 116 gundên Agiriyê, 11 gundên Qersê, 89 gundên Erzincanê, 183 gundên Erdexanê ji ber berfê hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE