Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 141 tax û gundan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û bagerê rêya 40 taxan hat girtin.
Tîmên şaredariyê ji bo rêyên girtî bên vekirin dixebitin û berfa li ser kolan û peyarêyan paqij dikin.
Li bajêr bi 300 wesayît û 700 personelan va rê tên vekirin, tîm nexweşan digîhînin nexweşxaneyan.
- Mûş, Bidlîs û Hekarî
Li Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 13 gund û taxan, li Hekariyê rêya 33 tax û gundan, li Bidlîsê jî 55 gund û mezrayan hatin girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr li 3 bajaran ji bo rê bên vekirin dixebitin.