Rêya 172 wargehan ji ber berfê girtî ne

Li Van, Muş û Bitlisê ji ber berfê rêya172 wargehan hat girtin

Rêya 172 wargehan ji ber berfê girtî ne

Li Van, Muş û Bitlisê ji ber rewşa hewayê rêya 172 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagerê rêya 57 wargehan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî, paqijkirina berfê li kuçe û kolanan dest bi xebatan kirin.

Li Muş û Bitlisê berf û bager bû tengasî. Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr ya Muşê destnîşan kir ku ji ber berfê û bagerê rêya 95 gundan hat girtin.

Li Bitlisê jî ji ber berf û bagerê rêya 20 gundan hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE