Rêya 223 gundên Bitlisê hat vekirin, li Mûşê zarokan bi xangê xwe şiqitandin

Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku rêya 224 gundan hatibû girtin ya 223 gundan hat vekirin.

Rêya 223 gundên Bitlisê hat vekirin, li Mûşê zarokan bi xangê xwe şiqitandin

 Li Bitlisê rêya 224 gundan ji ber berf û bagerê hatibû girtin û ji wan rêya 223 gundan hat vekirin.

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku rêya 224 gundan hatibû girtin ya 223 gundan hat vekirin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina rêya gundekî ya girtî jî xebat dewam dikin.

Li Mûş û Wanê jî ji ber sermayê welatiyan tengasî kişand.

Li Bulanixa navçeya Mûşê û Ozalpa navçeya Wanê ji ber sermayê qiraxî ket ser daran.

Li rêbejaya Mûş-Bitlisê mij ket erdê, rûyê Çemê Sungiyê yê li Mûşê jî cemidî.

Zarokan li ser çemê cemidî bi xizangan têra dilê xwe şiqitîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE