Rêya 371 wargehên 4 bajarên rojhilatê welêt hat girtin

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat destnîşankirin ku li navend û navçeyên bajêr ji ber berf û bagerê rêya 155 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Rêya 371 wargehên 4 bajarên rojhilatê welêt hat girtin

 Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariya bajan Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 371 wargehan hat girtin. 

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat destnîşankirin ku li navend û navçeyên bajêr ji ber berf û bagerê rêya 155 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji rêya 361 wargehan vekirin û ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.

Ekîbên Şaredariya Erdîşê ji bo vekirina rêyên navenda navçeyê û paqijkirina peyarêyan hewl didin.

Ekîb ji bo cembelîk di ser welatiyan da nekevin hemû daxistin erdê.

Bitlis

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku rêya 70 gundan ji ber berfê hat girtin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Muş

Li Muşê jî ji ber berf û bagerê rêya 27 gundan hat girtin. 

Nîhat Rençberê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.

Ajokarên rêbeja Muş-Bitlisê bi kar tînin ji ber mij û cemedê tengasiyê dikişînin.

Navenda bajêr bi xemla sipî xemilî, ji ber hewaya sar qirayî ket ser daran, ekîbên paqijkirina berfê rêyên bajêr baqij kirin.

Hakkari

Li Hakkariyê ji ber rewşa hewayê rêya 119 wargehên navend û 3 navçeyan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya 24 gund û 95 goman dixebitin.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE