Ji bo vekirina rêya Ardahan-Ardanuçê ya ku 4 meh e ji ber berfê û xetereya aşîtê girtî bû were vekirin dest bi xebatan kirin.
Rêya ku berf lê zêde dikeve û li wê derê xetereya aşîtê heye û ji hêla din va jî zêde nayê bikaranîn ji ber vê jî demek e dirêj e girtî bû vekin ekîbên Şeftiya Şaxa 183yan a Rêbejayê hatin Zozana Bilbilan a bilindahiya wê 2 hezar û 580 mêtre ye.
Ekîban bi krêder, rotatîf û kepçeyan li herêmê dest bi paqijkirin berfê kirin.
Ekîb ji bo vekirina qismê rê ya 9 kîlomêtreyî digre vekin hem ji aliyê Ardahanê ra hem jî ji aliyê Artwînê ra dest bi xebatan kirin.
Her çiqasî bihar hatibe jî li herêmê berf û bager heye û ekîb gelekî tengasiyê dikişînin.
Heke rewşa hewayê xirab nebe hêvî dikin ku di nav 3 rojan da rêya girtî vekin.
Rêbejaya Ardahan-Ardanuçê ji dawiya mijdarê vir da hatibû girtin.