Li Van, Hakkari, Bitlis û Muşê ji ber berf, bager û şepeyê rêya 481 tax û gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê, ji ber hewayê li bajêr rêya 270 tax û gundan hatin girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê li bajêr û navçeyan hewl didin rêyên girtî vekin.
- Hakkari
Li Hekariyê ji ber berf, bager û şepeyê rêya 4 gundan û 13 mezrayan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyan vekin dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr û kuçeyan berfê paqij dikin.
- Bitlis
Li Bitlisê ji ber berf û bagerê rêya 107 tax û gundan hatin girtin.
Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bajarê Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ji ber berf û bagerê li navendê û navçeyan rêya 107 tax û gundan hatin girtin.
Kurtkan got ji bo verkirina rêyan xebat tên kirin.
Welatiyan jî berfa li ser mal û kargehên xwe paqij kirin.
- Muş
Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bajarê Nîhat Rençber daxuyand ji ber berf û bagerê rêya 87 gundan hatin girtin.
- Hişyariya şepeyê
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn li herêmê hewa wê pir ewrayî be, car caran jî berf wê bibare.
Destê sibê û nîvê şevê cemed û hişkiyê çêbibe, cih cihan jî mij û dûman wê çêbibe.
Rayedaran li hemberî cemed, û şepeyê hişyarî da welatiyan ku bila ew baldar bin.