Rêya 485 tax û gundan hat girtin

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê rêya 485 tax û gundan hat girtin

Rêya 485 tax û gundan hat girtin

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berfê rêya 485 gund û taxan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku li bajêr rêya 118 taxan hatiye girtin û ji bo vekirina rêyan ekîp li ser karê xwe ne û dixebitin.

- Hekarî

Li gor agahiyên Îdareya Taybet a Bajêr ya Hekariyê da li bajêr rêya 30 tax û gundî ji ber berfê girtî ne û bo vekirina wan xebat didomin.

- Mûş

Li Mûşê jî rêya 169 gundan hat girtin û ekîbên şaredariyê rêyên li nav bajêr paqij dikin û ji bo vekirina rêyên gundan jî xebat dewam dikin.

- Bidlîs

Li Bidlîsê jî ji berberfê rêya 168 gundan girtî ne û bo vekirina wan xebat didomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE