Rêya 536 wargehên Erzirom, Îdir, Agirî, Erzincan û Tunceliyê ji ber berf û bagerê hat girtin.
Ji ber berfa demeke dibare û bagera radibe di çûyîn û hatina welatiyan da pirsgirêk derdikevin.
Li Erziroma ba û bagera wê kêm nabe rêya 84 tax û goman hat girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina 328 kîlomêtro rêya girtin xebatên xwe didomînin.
Rêya 21 gundên Îdirê, 33 gundên Agiriyê, 126 gundên Erzincanê û 272 gundên Tunceliyê ji ber berfa barî hat girtin.
Ekîbên rêbejayê, Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyan ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
AA