Li Wan, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê rêya 56 tax, gund û mezreyan girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê rêya 37 niştewaran girtî ne.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Hakkarî
Li Hekariyê ji ber rewşa hewayê rêya 2 gund û 11 mezreyan hat girtin. Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji 53 rêyên ku duh hatibûn girtin, 40 rê vekirin û ji bo vekirina rêyên din dixebitin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, ji ber berfa ku li Bidlîsê barî, rêya 6 gundan hat girtin û ekîb ji bo vekirina rêya dixebitin.
- Mûş
Li Mûşê serê sibê mij çêbû.
Di rêya Mûş û Bidlîsê da şofêran ji ber berf û mijê tengasî kişand.
Ji ber mijê meriv cî bi cî ji 5 mêtreyan zêdetir pêşiya xwe nedît.
AA