Rêya Bahçesarayê dema xetereya şepeyê hebe wê were girtin

Li rêbejaya Van-Bahçesarayê ya ji berpalên qame ra derbas dibe berfa salê ya ewil barî û dest bi xebatên paqijiya berfê kirin.

Rêya Bahçesarayê dema xetereya şepeyê hebe wê were girtin

Li rêbejaya Van-Bahçesarayê di 4 û 5ê sibatê da aşît ketibû û 42 kes di aşîtê da miribûn, ji bo ku careke din tiştekî wisa nebe dema rîskeke piçûk jî hebe rêyê were girtin.

Li rêbejaya Van-Bahçesarayê ya ji berpalên qame ra derbas dibe berfa salê ya ewil barî û dest bi xebatên paqijiya berfê kirin.

Par ji ber aşîtê 42 kes miribûn û îsal ji bo felaketeke wisa çênebe tevdîran hildidin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên paqijkirina berfê yên Midûriyeta Herêma 11ê dema xetere çêbe ew ê haya ekîbên cendirmeyan pê bixin.

Ekîbên paqijkirina berfê ew ê li herêmê amade bin û cendirmeyê jî di arçoveya tevdîran da rê bigrin an jî bibirin.

Dema berf bibare an jî xetere çêbe jî li gor daxwaza ekîbên rêbejayê hetanî xetere ji holê rabe rêyê ji çûyîn û hatinê ra were girtin. Dema rêbeja were girtin welatiyê ji bo çûyîn û hatinê rêya Hîzana navçeya Bidlîsê bixebitînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE