Rêya Hekariyê û Şirnexê ya ku ji ber berf û aşîtê hatibû girtin hat vekirin.
Tîmên paqijkirina berfê yên Midûriyeta Herêma 114emîn a Rêbejê, ji bo vekirina rêya Hekarî û Şirnexê ya ku ji ber berf û aşîtê 2 roj beriya niha hatibû girtin xebat da destpêkirin.
Tîman bi xebateke dirêj berfa li ser rê paqij kir û rê vekirin.
Piştî xebatên paqijkirina berfê qediyan rê ji hatin û çûna wesayîtan re hat vekirin.
Ji aliyê din va li bajêr rêya 199 gund û goman ji ber berf û pûkê hatin girtin.
Hat gotin ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan hewl didin û xebatên xwe didomînin.