Rêya Zozanê Feraşînê tê vekirin

Ji bo vekirina rêya zozanê ku raqima wê 2 hezar û 625 e û dikeve navbera Şırnak, Hakkari û Vanê, ekîb di şertên giran da dixebitin

Rêya Zozanê Feraşînê tê vekirin

Rêya Zozanê Feraşînê yê li Beytuşebaba navçeya Şırnakê ji berfê tê paqijkirin.

Rêya zozanê ku dikeve navbera Şırnak, Hakkari û Vanê û herwiha piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê aramî lê edilî û havînê jî koçeran diezimîne, ji ber barîna zêde ya berfê dîsa hat girtin.

Ji bo vekirina rêya zozanê ku raqima wê 2 hezar û 625 e, Qaymeqamtiya Beytuşebabê ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Taybet a Navçeyê û yên Yekîneyên Xizmeta Seba Gundan peywirdar kirin. Berfa di rê da ku ji ber bagerê cih cihan digihîje 4 metreyan, bi hewil û xebata ekîban tê paqijkirin.

- Mehmetçîk bi helîkopterê alif bir

Qaymeqamê Beytuşebabê Îsmail Pendik ji peyamnêrê AAyê ra got ku Zozanê Feraşînê 40 kîlometre dûrî navçeyê ye, lêbelê ji ber şertên erdnîgariyê mirov di 2 saetan da diçe û wiha dewam kir:

"Dema berf zehf barî em bi helîkoptera eskerî çûn herêmê. Par welatiyekî me yê ku li wê derê dijî, alifê pezê wî hindik mabû û wî jî ji me alîkarî xwest. Me bi helîkopterê alif bir wê derê. Dewleta ne tenê xizmeta welatiyan dike, belê di heman demê da mal û halê wan jî diparêze. Me rêyên hemû gundên Beytuşebaba ku 30 gundên wê hene, vekirin. Bêyî pirsgirêk em vê zivistanê jî li dû xwe dihêlin."

Pendik bal kişand ku wan du meh berê jî rêya Zozanê Feraşînê vekir û niha ekîb dîsa hewil didin û dixebitin ku rêya zozan vekin.

Îrfan Cin ku di ekîba paqijkirina berfê da peywirdar e, diyar kir ku li hin ciyan xetereya ketina şepeyê heye û lewma jî xebat bitedbîr dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE