Rêyên 173 gund û taxan girtî ne

Li Van, Hakkari û Bitlisê berf û bagerê rêya 173 gund û taxan girt.

Rêyên 173 gund û taxan girtî ne

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Baja Mezin ê Vanê hat dayîn, li navçeyên Miks, Başkala, Gurpinar, Çatak û Bêgiriyê rêya 50 tax û gundan girtî ne.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin û hat gotin ku rêya van gund û taxan wê di demek kin da werin vekirin.

Li Hakkariyê berf û bagerê rêya 21 gund û 67 mezreyan girt.

Li Bitlisê jî berf û bagerê rêya 35 gundan girt.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyên girtî ekîb dixebitin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, bi navber berf wê bibare.

Li herêmê germa hewayê li gor demsalê tê payîn.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Vanê 5, li Hakkari û Muşê 3, li Bitlisê pileyek tê payîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2019, 10:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE