Van
Ji be berf û bagerê rêya 728 wargehên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat destnîşankirin ku ji ber berf û bagerê rêya 294 taxan hat girtin.
Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyên girtî û paqijkirina berfa li rê û peyarêyan dixebitin.
Ekîban bi şev ji 700 personel û 300 wesayîtan va xebatên xwe meşandin da ku welatî tengasiyê nekişînin.
Wekî mayî hin wesayîtên li gêdugên Gozeldere û Kurubaşê yên li ser rêbejaya Wan-Hekariyê asê mabûn jî hatin xilaskirin.
- Hekarî
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin, ji ber berf û bagerê rêya 239 gund û goman hat girtin. Ekîb ji bo vekirina van rêyan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa li kuçe û kolanan paqij dikin.
- Mûş-Bidlîs
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr ya Mûşê hatin sitandin ji ber berf û bagera li bajêr rêya 111 wargehan hat girtin.
Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr Bidlîsê hatin sitandin, li bajêr rêya 84 gund û goman ji ber berf û bagerê hat girtin.
Ekîbên îdareyê rêyên girtî vedikin.
Ekîbên şaredariyan jî berfa li navenda bajêr paqij dikin.
Rêya 738 wargehên Erzirom, Îdir, Qers, Agirî û Erzincanê hat girtin
Ji be berf û bagerê rêya 738 wargehên Erzirom, Îdir, Qers, Agirî û Erzincanê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ji ber berf û bagera çendek e dewam dike li herêmê di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin.
Li Erziroma ba û bager lê radibe rêya 474 tax û goman hat girtin.
Ekîbên Şaradariya Bajarê Mezin bi ekîba ji hezar kesî pêk tê va ji bo vekirina rêyên girtî xebatan dimeşînin.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê ji bo li ser rê qeşa çênebe xoy direşînin.
Ji ber rewşa hewayê rêya 24 gundên Îdirê, 11 gundên Qersê, 87 gundên Agiriyê, 142 gundên Erzincanê hat girtin.
AA