Li Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê rêya 280 gund û taxan ji berfê û rewşa hewayê ya nebaş hat girtin
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê rêya 118 tax û gundan hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo rê bên vekirin dixebitin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejayê jî berfa ji ber şepeyê li ser rêya Wan-Baxçesarayê kom bûye paqij dikin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê jî ji ber berfê rêya 33 gundan hat girtin.
Midûrê Rê û Xizmetên Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajêrê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ew ê di demeke kurt da rêyên girtî vekin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir li bajêr ji ber berfê rêya 51 gundan girtî ye.
Yentur got ku ekîb ji bo rêyên girtî vekin dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa li ser kuçe û kolanan paqij dikin.
- Hekarî
Li gorî agahiya Rêveberiya Taybet a Bajêr, rêya 78 gund û mezrayan hatiye girtin.
Ekîbên berfê ji bo rêyên girtî vekin dixebitin.
AA