Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Berfê rêya 1073 cî û warên li Erzirom, Qers, Îdir, Tuncelî û Erdexanê girt

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Erzirom, Qers, Îdir, Tuncelî û Erdexanê ji ber berf û pûkê rêya 1073 cî û waran hat girtin.

Li Erziromê ji ber berfa ev sê roj e bi tesîr e di qada çûn û hatinê da zehmetî çêdibin.

Ji ber berfê li deverên bilind rêya 893 tax û goman girtî ye.

Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan li ser karê xwe ne.

Ji ber berf û pûkê li Qersê rêya 60, li Tunceliyê rêya 78, li Îdirê rêya 23 û li Erdexanê jî rêya 19 gund û goman hatiye girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet jî ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE