Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Erzirom, Agirî, Erdexan, Îdir û Qersê ji ber berfê rêya 365 cî û waran hat girtin

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir û Agiriyê berf û bagerê rêya 365 cî û waran girt.

Li Erziromê ev çend roj in berf dibare û bager e, di çûyîn û hatinê da tengasî çêdibe.

Li bajêr berf dibare û li deverên bilind bager e.

Berf û bagerê rêya 264 tax û mezrayan girt.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ji ber berf û bagerê li Agiriyê rêya 56, li Erdexanê rêya 33 û li Qersê jî rêya 12 gundan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, li deverên çiyayî xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Ji hêla din va li Îdirê rêya 42 gundan hatibû girtin ku ekîban rêyên girtî vekir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE