Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîs, Erzirom, Erdexan, Îdir û Qersê berf û bagerê rêya 511 cî û waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 63 taxan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan û ji bo paqijkirina berfa ser kuçe û kolan û peyarêyan dixebitin.
- Hekarî
Li gor agahiya Îdareya Taybet a Bajêr, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 40 gund û mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir, berfê rêya 27 gundan girt.
Yentur daxuyand ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir berf û bagerê rêya 55 gundan girt.
Kurtkan daxuyand ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr xebatên avêtina berfê didomînin.
Berf û bagerê li Erzirom, Erdexan, Îdir û Qersê rêya 326 cî û waran girt.
Li Erziromê çend roj in berf dibare û bager radibe, di çûyîn û hatinê da tengasî çêdibe.
Li deverên bilind ên bajêr bager e û bagerê rêya 253 tax û mezreyan girt.
Ekîbên şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Berf û bagerê li Qersê rêya 40, li Îdirê rêya 27, li Erdexanê jî rêya 6 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
AA