Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêya 1323 tax û gundan hat girtin

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji ber rewşa hewayê ya nebaş û berfa zêde dibare rêya 1323 tax û gundan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, li bajêr ji ber berfê li navenda bajêr û navçeyan rêya 633 gund û taxan hat girtin.

Ekîb bi 250 wesayît û 650 xebatkaran va dixebitin ku rê bên vekirin.

Ekîban rêya li kolan û peyarêyan paqij kirin û xoy reşandin.

- Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur daxuyand li bajêr rêya 185 gundan hatiye girtin, lê ekîb dixebitin ku di demeke nêz da rêyan vekin.

Tîmên şaredariyê jî li kuçe û kolanan berfê paqij dikin.

- Hekarî

Li Hekariyê berfa ku 3 roj e dem demî dibare dibe sedema zehmetiyan.

Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr ji ber berf û bagerê rêya 247 gund û taxan hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyan vekin dixebitin.

Tîmên şaredariyê jî li kuçe û kolanan berfê paqij dikin.

- Bidlîs

Li Bidlîsê jî rêya 258 gundan ji ber berfê hat girtin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyand li cihên bilind hê jî berf dibare, lê ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Tîmên şaredariyê û rêbejayê jî berfa li kuçe û kolanan paqij kir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE