Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêya 1306 gund û mezreyan ên ji ber berfê hatibûn girtin vebûn

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêya 1306 gund û mezreyan ên ku ji ber şertên neyînî yên hewayê hatibûn girtin bi xebatên ekîbên berfê vebûn.


Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, li seranserî bajêr rêya 3 gundan ji ber şertên neyînî yên hewayê hat girtin.

Ekîbên berfê yên ku ji hefteya çûyî vir va 630 rê vekirin, xebatên xwe yên vekirina rêyên mayîn jî didomînin.

- Hekarî

Li navenda parêzgeha Hekariyê û navçeyên wê rêya 248 gund û mezreyan ên hefteya çûyî ji ber berfê hatibûn girtin, bi xebata ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê vebûn.

Ekîban rêyên cemedgirtî xwê kirin û her wiha rê fireh kirin ku wesayît hêsan biçin.

Di vê navberê da serma û mij jî tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr baniyan şembelîk girt, hin ciyên robaran qerisîn, ajokaran jî zehmetî kişand ku ji ber mijê mesafeya dîtinê daket.

Li navçeya Şemdînliyê jî bi tesîrana barîna berfê, dîregên ceyranê û xetên veguhestinê bi berfê nixumîn.

Li nêzîkî gundê Ortaklarê li devera ku raqima wê 1450 e, xetên veguhestina enerjiyê cemed girt.


- Bidlîs û Mûş

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkandiyar kir, li bajêr rêya 243 gundan ên ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin, hatin vekirin.


Kurtkan diyar kir, xebatên vekirina rêya 5 gudan didomin, li hemberî rewşên bilez jî ekîb li ciyên destnîşankirî di amadebaşiyê da ne.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur jî destnîşan kir, rêya 185 gundan ên ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin, hatin vekirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE