Li Erzirom, Erzingan, Erdexan, Agirî û Îdirê ji ber berf û bagerê rêya 443 gund û taxan girtî ye.
Ji ber barîna berfê ya ku li herêmê ev demek e tesîra xwe didomîne, li Erziromê rêya 107 taxan hat girtin.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
- Erzingan
Li Erzinganê jî nexasim li ciyên bilind ji ber berf û bagera ku ev duh roj in didome, li navenda bajêr rêya 17 gundan, li navçeyan jî li Çayirliyê ya 21, li Tercanê ya 13, li Uzumluyê ya 15, li Kemahê ya 54, li Kemaliyeyê ya 19, li Refahiyeyê ya 30, li Otlukbeliyê ya 7 û li Îlîçê jî ya 21 bi tevahî rêya 197 gundan hat girtin.
Hat ragihandin, xebatên rêvekirinê yên ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê didomin.
- Agirî
Li Agiriyê jî ji ber berf û bagerê rêya 76 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyan, xebat dan destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber barîna berfa zêde û bagerê di veguhestinê da astengî derdikevin.
Li navçeya Posofê ji ber berf û bagerê rêya 48 gundan hat girtin.
Xebatên rêvekirinê yên ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê didomin.
- Îdir
Li Îdirê jî ji ber barîna berfê rêya 15 gundan hat girtin.
Ji bo vekirina rêyên girtî yên gundên li ciyên bilind, xebata ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê didomin.
AA