Li 4 bajarên rojhilatê anadoluyê rêya 201 cî û waran girtî ye
VAN (AA) - Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê rêya 201 cî waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê rêya 79 taxên çiyayî girtî ne.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan, paqijkirina berfa kolan û peyarêyan dixebitin.
Li navçeya Ozapê jî termometreyan germa hewayê di binê sifirê da 35 pile nîşan da. Welatiyan betanî li wesayîtên xwe pêça.
Bi tesîra sir û sermayê li navçeyê deporê avê û robar qerimîn, ekîbên îtrfaiyeyê şembelîlkên ku bi baniyan va daliqiyane, paqij kirin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, ji ber şert û mercên hewayê rêya 94 gund û mezreyan hat girtin. Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî bi makîneyên kar berfa nava bajêr li kamyonan bar kir û berfê dikişîne derveyî bajêr.
Piştî barîna berfê li tevahiya bajêr bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan, rûyê robaran qerimî.
Hin welatiyan wesayîtên xwe bi brande û betaniyan pêça.
- Bidlîs
Midûrê Rê û Xizmeta Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku li tevahiya bajêr berfê rêya 18 cî û waran girtiye.
Kurtkan daxuyand, ji bo ku welatî mexdûr nebin, xebata vekirina rêyan dewam dike.
- Mûş
Li Mûşê hefteya borî bi navber berf barî û bager rabû û rêya 10 gundên ser navend navçeyan girtî ne.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, rewşa hewayê di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasiyê derdixe.
Ekîb dixebitin ku îro hemû rêyan vekin.
AA